Ana içeriğe atla

Li Ser “Komxebata Rewşa Zimanê Kurdî Ya Piştî Rewşa Awarte” Çend Peyv

Muhammed Ata YÜKSEL

Em bibîr bînin, di meha qanûn ya 2016 de ji terefê wezareta Karê hundir ya Tirkîyê gorî zagona 11. ya Rewşa Awarte (OHAL) 94 komele hatin girtin. Di nav van komele/sazîyên ku hatin girtin yek ji wan “Enstituya Kurd” bû. “Komeleya Lêkolînên Kurdî” jî li Stanbolê 2017 de, wek dewama “Enstituya Kurd”; bi pêşengîya Zana Farqînî, Sami Tan, Sipan Haco u hwd. di qada zimanê Kurdî de kesên ku bi kar u xebatên xwe binav bûne hat avakirin u ev komel dest bi xebatên xwe kir.

Bi destê “Komeleya Lêkolînên Kurdî” komxebateke di çarçoveya bernameya Yekîtîya Ewrupayê ya Ramana Sivil de bi piştgirîya Yekîtîya Ewropayê ser navê “Komxebata Rewşa Zimanê Kurdî Ya Piştî Rewşa Awarte” di navbeyna 31ê Tebax- 1ê İlon 2019ê hat amadekirin. 

Piştî rewşa awarte ev komxebat di warê ziman u xebatên di vî warî de pêk têne komxebateke yekem bû. Baroya Amedê, Med-Der, Weqfa Mezopotamya, ÖHD, Eğitim-Sen, Hoda Tebiban; weşanxaneyên Wate, Wardoz u hwd. Komele u sazîyên ku di qada ziman de xebatan dikin hatibun dawet kirin. Bi tevahi ne, velê em kanin bêjin pirrên wan beşdarê xebatê bûbûn. Komxebat ji destpêke heta dawî bi zaravayên Kurmanci u Zazakî pêk hat. Ez u kekê Eyyup Aydeniz jî wek nûnerê Baroya Amedê tev li vê xebatê bûn. 

Roja 1. 

Danişina yekemin; li gorî bernamê moderatörîya wê, reveberê PENa KURD Sami Tan bikira, feqet birêz hebkî dereng ma loma moderatörê vê danişînê zimanhezek ciwan Eyyup Subaşî meşand. Mijar; li ser tespît u teşhîskirina pirsgirêk u astengîyên sazîyên ku di warê zimanê Kurdî de xebatê dikin, rûberûne. Di pêvajo ya rewşa awarte de hinek sazîyên sîvîl yên ku li ser Zimanê Kurdî dixebitîn hatin girtin, rêveberên wan hatin binçav kirin, mal u milkên wan dest dan ser u hwd. tiştên wekî li dar bûn; ji ber vêna xuyaye ku gerek ji aliyê şiyanmendiya mirovî gerek ji aliyê aborî gelkî zirar dîtinin. Bi qasê ku min dît, xebat xeyli têxilandî bûne. Bi temamî ne feqet qismen giran bûne u cih cih ji sekinîye. Yanî bikurtasî ne wek berêye. Di vê danişînê da, beşdaran hem tespit u teşhis danîn ser masê u hem jî gazinc u rexneyên xwe wek daxwazu temennî anîn ziman. 

Gazincên nûnerên saziyan ji wana yek  li ser bigelemperî şaredarî tev, nexasim şaredarîyên HDP bi tu şiklî pişt nedayîna xebatên Zimanê Kurdi u Sazîyên ku di vî qadî de xebatan dikin. Hew ku ev sazî bi tengasîyên aborî u hwd. re rûberûne. Bi qewlê hinek kesan; xessasiyeta şaredarîyan ku guya yên ayitê gellê Kurdin, li ser peşvebirin u belavkirina Zimanê Kurd nemaye u ji ber vê yekê şikestinên ciddi pêk tên. Li ser ziman Şaredarî hestyarîya wan nemaye; li ser zimanê Kurdî tu bernema, plan u plansazîya wan tunne, di vî warî de insiyatifek nayê girtin. Hetta ev mijarê ji rojeva xwe dûr dixînin. Stratejîya ku ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê bo penc salan (berê qayyim) hat weşandin, têde mixabin xebatên li ser zimanê Kurdî cih negirtîye, di vî plansazîya stratejik de li ser pêşvebirin u belavkirina zimanê Kurdî yek peyv nehatiye gotin.  Wekîl u Serokên Kurd, Kurdî nizanin, yên ku zanin bi Kurdî naaxifin; karubarên xwe, sîyaseta xwe li ser Kurdî u bi Kurdî nakin u hwd. Bi vi rengê hinekan bi dilê xwe gazinc u rexneyê xwe anîn ziman.

Danişînê de dîsa bi qewlê hinek beşdaran; sazî bizzatî bixwe pêşî li xebatan digrin. Bi xêra rewşa awarte di mêjîyên zimanhez u xebatkaran muhasebe u mubaheseyek pêk hat. Bi vî awahi destê xebatkaran de ev rewş bû firsendek bo dîtin u kêmasîya. Beşdaran, ser vê mijarê gelkî kêmasî anîn ziman. Sazîyên ku di qada ziman xebatan dikin u dişixulin ji bernamê, plan u plansazîyê bêparin. Xebat tev bi dilxwazî pêk têne u dildarî dimeşin. Kesên ku di vî warî de xebatan dikin xweş perwerde nînin. Kesen ku hinek xwedî hunerin, xebat tev dikevin histîyên wî/ê. Di qadên xebatê de sazî narin tesnîfê. Herkes bi awayekî, teva qadên xebata ziman de xebata dimeşine. Di nav sazîyan de têkîli, koordine u hevparî kêm e. Cih cih ev yeka tunne dibe. Di vî warî de li ser mijara “divê xebat çewa pêk werin” fikr u raman ne safî ne. Pirsên ku ser vê mijare heyîne bi tevahî bêbersivin. Xebatên milletên derveyî, wek emsal nahête girtin, bi dilrehetî jê suddar nabin. Ciddiyeta sazîyetê ji aliyê sazîyên heyî başebaş nehatîye xunaftin. Ji kevneşopîya arşîv u raporkirinê bêparin, Di vî warî de xeylî bê tecrubene. Ev kevneşopî li nav wan de tam runeniştîye. Ji alîyê din ve, li ser perwerdehîya ziman hiş u mêjî tevlihevî ne. Rêzamana Ziman adeta  wek gihandîna memosteyan tê fêr kirin, velê axaftina rojane paşta dimîne. Loma xebat ji gell qutkirîne. Ji zimanê gell dûr, zimanek ucube bi navê “Kurdîya Akademîk” adeta hatiye afirandin. Ev ziman jî, kesên ku qaîlin bielimin ji xwe mixabin ditirsîne, ji perwerdehîyê dûr dixîne. Evana hemî kanim bêjim ku bi dilê safî wek pirsgirêkek hatin ziman. Di vir da divê kevanekî vekim. Wexta ku min ev pirs u pirsgirêk bihîstin kenek bi şiddet u girîn bi min ket. Min xwe bi zorê pêgirt :) Carekî din, min bixwe bixwe go, Kurd tu car iflah nabin! Fikr u zikra wan her çi bibe jî sazî u rêxistinên Kurdan xuy u edetê wan tev yekin. Çi rastgir çi çepgir, tev ji heman pirsê u pirsgirêkê bi gazinc u muzdarîbin. 

Her wiha xusûsên wek pirsgirêk hatin tespîtkirin ji wana yek jî; malzemekirina sîyasetê, bi gotinekî din polîtize kirina ziman bu. Sazi divê nebin “arka bahçe”yê tu rêxistinekî sîyasi u îdeolojîk, U bi telîmatên tu rêxistinekî hereket nekin. Hereketa bi telîmatê derûna vî xebatî diherimîne. Ji ber vê, gell ji sazîyan dur dimînin, teveccuhê nadin sazîyan u sazî nagihêjin armanca xwe. Ev têgihîna ku bi sazîya ve zeliqîye divê jê were birin. Ev têgihî, xebatên ku dimeşin, wana hem qût dike u hem jî ziman ji xwezahîya wê dur dixîne u ziman wê çaxê dibe materyalekî politîk. Le belê ziman ne materyaleke politik e. Ziman çaxa ku di xwezaya xwe de biherike vedigere ser ayeta xwe u dibe ayîtê millet. Divê xebatek wisa bê kirin ku gell ji ziman netirse, ji ziman sar nebe u nereve. Ev yeka jî bi zêdehî li ser hat sekinîn u niqaş kirin.

Xususen piştî tayîna qeyyima, sazîyên ku di bunya şaredarîyê de hatibun ava kirin (wek zarokistan, wek Konuk Evi, wek Halk Evleri u hwd. ) navê van sazîyan heman pê ve man velê naverok u bernameyên wan bi destê qayyim hatin guhertin u bi dersên bişaftinê tijje kirin. Nexasim bi destê Diyanetê bi navê “Değerler Eğitimi” zarokên Kurd hatin u hêj tên bişaftin. Ev gotinana bi ya min, ne ji dijî perwedehîya olî bûn, eger perwerdehîya olî ger were dayîn divê bi zimanê Kurdî be. Yekî bi bertek u hêrs got, di sazîyên Kurdan de zarokên Kurdan tên bişaftin. 

Danişîna diduyan de; li ser rêyên çareserîyên pirsgirêkên sazîyan bû; pirsgirêkên di rêya zimanê Kurd u Kurdayetîyê… Pirsên ku hatin tespît kirin pirr hatin niqaş kirin. Di vê danişînê de bi zêdehî gotin, bi peyva “dive..” destpêkirin. Herkesî bi dilê xwe pêşnîyarên xwe dan pêş. Tengasîyên aborî dertekî giştîye, divê piştdayîna herî mezin ji terefê şaredarîyan ve were dayîn. Derbarê vê yekê divê biisrar li derîyê şaredarîyan xînin, di vê mînvalê de bi plansazîyên ciddi biçin derîyê Partî u Sazîyên Kurdan, ewên ku ji alîyê aborîyê kanin pişt bidin. Bi vî avahî derbarê temînkirina alîkarîyên aborî de mutabaqatek çêbû. Bê planî u plansazî pirsgirêk u kêmasîyek xeyli ciddî ye. Divê li ser vê meselê bisekinin. Her sazî di vî warî de weke tofana mêjî, bo xwe nexşeya xebatê ber xwe bide, di nav sazîyan de hevkarî u hevparîyek xurt divê pêk bînin. Weke numune ji alîyê perwedehîya ziman, hişmendîye ziman; xebata nazarî u emelî ve dîsa di nav sazîyan de divê xebat bêne parvekirin. Derbarê vê yekê her sazî di nav xwe de biçe tesnîfkirinê. Her çi bi dilxwazî xebat bila pêk têne jî, îstihdam jî mijarek giring e, bo xebatên profesyonel ev yeka xeylî baldar e. Divê sazî li ser giringîha bë mijarê bifikirin, lê rêya bigerin. Biryarên ku hatine girtin divê taqîba wan bêne kirin. Axaftina Kurdî, divê bo ku were belavkirin bi zimanê gell bi gell ve dîyalog bê baştirkirin. Saziyên ku di warê zimanê Kurdî xebatan dikin, bona ku têgihîna bi serê wan ve zeliqîye bê rakirin divê bi tu telîmatên rêxistinên siyasî/fikrî hereket nekin. Lewra karên bi telîmat diqewimin, ji alîyê xwezahîya wan muvaqqatin. Ji ber vê ji alîyê gihiştina gell bendekin. Qasê ku pêkan e bi her alîyê gell ve têkîlî baştir bikin, wana dawetê wekî ev xebat u komxebatan bikin, bi hişmendîya Millet da bihewin. Ev yekana yek bi yek ji alîyê beşdaran hatin ziman. 

Danişîna sêyemin de;Heq u huquqê Peşvebirina Zimanê zikmakî u nasnameya çandî de axaftin pêk hatin. Derbarê vê yekê Parêzer Mehmet Emin Aktan pêşkeşîyek danî. Mijar bi niqaşa, ji alîyê Huquqa navnetewî, zagonên heyî ve Meşruîyeta vê yekê domî. Mamoste, tev mînak û numûneyan izaha vê da. Ji berê da Xebatên Baroya Amedê derbarê vê mijarê henin. Hetta li mehkemeyan, heqê parastin ya bi zimanê dayikê bi însiyatîfa Baroyê hat dest xistin. Sala 2009an de li ser zimanê zikmakî u nasnameya çandî ji aliyê huquqî ve ji bo her milletekî weke heq bê dîtin xebatek pêk anîne. Di vê warî de ji bo beşa Zimanê Kurdî seri li Zaningeha Dicleyê hatiye xistin. Ev danişîn bi moderatörîya Bilal Yıldız qewimî. Ji alîyê hinekan ve dersên bijarte jî wek astek hat nîşan kirin. Li ser dersên bijarte tewra Siyasî ku hat danîn wek xeletîyek rexne bû. Derbarê vêna hemî kes hevfikir bûn. Parêzer Aktar go, Di warê ziman de her gavek başbûnek e, ev gavana tev divê wek firsendek bê dîtin. Bi vî avahî roja yekemîn danişîna dawîn seet 17:00de bi dawi bû.


Roja 2.

Danişîna yekemin; Di moderatörîya Zana Farqinî pêk hat. Danişîn, li ser; di qada giştî, nexasim mekteb, Zanîngeh u nexweşxaneyan astengihên li ber ziman radibin, qewimî. Tengasîyên ku têne kişantin bi mîsalan hat izah kirin.

Danişîna duyemîn de; astengîhên di warê ziman da, li qada giştî diqewimin, hemî beşdaran bo çareserkirin u metoda vê axifîn. Di qada giştî de dive derbasê sîstema duzimanî bibin. Xasseten şaredarî divê pîşengîha vê yekê bikin. Beyanat, İfade, civîna çapamenîyê, İlan, salname, kovarên sazî u hwd. tev divê bi du zimana pêk bê. Qreş, mekteb u hwd. sazîyên ku bi zimanê zikmakî perwedehîyê didin divê zûka bê ava kirin. 

Danişîna sêyemîn de; Rêveberê Komeleya Lekolînên Kurdî Özlem Kurt moderatörî kir. Ev danişîn, li ser Parastin u pêşvebirina Zimanê dayikê de bo derfetên tekoşîna hevpar qewimî. Ev yeka pirr hat niqaş kirin. Divê danişînê de gotinên wek radîqal hatin gotin. Bêşîrove gotinên ku min li cem xwe not girtin, li jêr rêz dikim:

“Li hemberê Tirki div bertekek hevpar bê danîn. Tirkî zimanekî kuıjer e. Kurdî bi destê zimanê Tirkî tê kuştin. Adeta di bin êrişa Tirkî de ye. Şaredarîyên HDPê adeta ji 
Kurdîyê direvin. Em wekî Kurd ji xwe hez bikin. Di pêvajoya Rewşa awarte u piştê wê rewşê navên ku radîqal bê gotin, îdî li zarokan nayê danîn. Mirovên zana u xwenda ji bo teşwîqkirina ziman wek mînak divê bi zimanê Kurdî biaxivin. Kesên ku di warê ziman de xebatan dike divê her du zaravayên Kurdî (Kurmancî, Zazakî) bielime, qet nebû bila herî kêm divê fehm bike. Li panqart u belavoka divê Kurdî rast bê nivîsîn. Ji aliyê rastnivîsê em xeylî paşta mane. Kurdî, bi kîjan zaravayê wê binivsin divê em xwezahîya wê neherimînin. Li ber 
bişaftinê divê em sazîyek ava bikin. Ev sazî tenê li ser bişaftinê bişixule. U ev sazî ji aliyê temsîlîyetê her alîyê milletê temsîl bike. Bibe malê milletê. Divê nebe fraksiyona tu derki u bitu avahi rengekî sîyasi lê nebe. Li ser ziman, bi her avahî lêkolînek giştî u anketek axê biqewimînin. Ev xebat bila li ser axavtina zimanê Kurdî wek numuneyek dest me de be. Ziman divê ji polîtîkayê were safî kirin. Xebatên ku têne kirin divê ser Siyasetê ra be. hişmendîya ziman divê em bidin gelle xwe. Gotinên pêşîya, biwêj, folklor u hwd. hemî dewlemendiya zimanê me binpê buye. Divê em ji bin pîya derxin u rakin. Weke “Türk Dil Kurumu” em jî xebatên giring u giran di warê zimanê xwe de pêk bînin. Di vî warî de em xwe birêxistin bikin. Tabela u hwd. di qada çavî de hebûna Kurdî wek temeke. Mirov têr nake. Divê em bi zimanê xwe têr bin. Bo vê jî divê em li hemî qadên jîyanê xebatan bikin. Kurd divê xebatên xweyê di vî qadî, bi hevparî bimeşînin. Şaredarî dest me de nebin jî em divê tev plan u plansazîyên xwe herin ber derîyê şaredarîyan. Bi destê kesên zimanhez u li ser ziman xebatan dikin divê em avahîyek/însîyatîfek ava bikin. Herkes li ser mijara ziman divê plan u plansazîyên xwe pêşkeş bike u bi hevdure parve bike. Kongereke ziman dive ava bikin. Kesên ku li ser ziman bi qasê serê derzîkî xebatên wan henin (partî, sazî, Mekteb, Kovar, weşanxane, rojname, komele u hwd.) divê em dawetê vê qongreyê bikin. Biryarên hevparî bigrin. Li ser xebatên havparî peymanan daynin. Tenê li ser perwerdehîya ziman divê TV’yek ava bikin.

Di dawî de vê komxebata xwe biguherînin platformê. Ev komxebat u platformakî bê ava kirin xeylî giring e. Ev xebatana divê bidome. Ji bo platformê wezîfedar divê bê tayîn kirin. Ancax di nav van wezîfedar u beşdaran hîyerarşiyek divê tunebe. Di bin vê platformê, biryarên ku bêne girtin bi temmami wê bi hevparî bin. Emê hev du îqna bikin u hîna biryara bigrin. Kes wê li ser kesî zordar nebe. Baroya Amedê wê şêwirmendîya vê platformê bimeşîne. Sazîyên dinan jî her yek di qada pîsporîya xwe wê wezîfa xwe bi cih bîne. Her sazî biyografî/kurtejîyana xwe bi nivîskî u biçavkî weke arşiv amade bike. U hwd.”

Netîce; Bo platformek nû biryar hat dayîn. Di mijara “nav” de peymanek tam nehat dayîn. “hawar, gazîn, hişmendî, pêşvebirina ziman” di vê warî de wek “nav” hatin niqaş kirin. Koordîne u rêveberîya vê platformê “Komeleya Lêkolînên Kurdî” girt ser xwe.


■ Muhammed Ata YÜKSEL 






Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

PÎR'İN ÖLÜMÜ-2

■ Muhammed Ata  YÜKSEL Yaşadım, çünkü ben de vardım orada. -I- Bir toz bulutu gibiydi karanlık önümüzde. Bir yandan koşar adım yürüyor diğer yandan da düşmemek için gözlerimi kısarak karanlığı yarmaya çalışıyordum. Nihayet eli elimde ardım sıra sürükleyerek annemi, acil kapısına koştur koştur gittik. Acil girişinin kapısına vardığımızda, Kardiyoloji hastanesinin etrafını bir tur atmıştık.  Ağlamaklı sesi hala kulağımda annemin: "inşallah yetişiriz ya... qey belki merd o zî, o yo marê nêvano..." Koşar adım asansöre vardık. İkinci kata çıktık. Sağa döndük. Yoğun bakımın önüne vardığımızda Mehmet ve İsa dayılarım ziyaretçilerin oturduğu bölmede ayakta bekliyorlardı. Işığı açmamışlardı. Konuşmaya henüz başlamıştık ki erkek hemşire o anda içeri gelmiş, kısık ve buruk bir ses tonuyla başınız sağolsun, demişti. Sekerat anının sonuna yetiştiğimizi anladık. Dayılarım, annem oldukları yerde ayakta birbirlerine tutunarak çömeldiler. Hıçkırıkları birbirine karışmış birbirl