■ Muhammed Ata YÜKSEL Xerîbê Welatan... Belgefîlma li ser Kurdên penaber... Ji destê derhênerê hêja Murat Kılıç... Ji bajarê Xerpêtê. Mirovekî serbixwe. Tenê bi wujdan u bawerîya xwe girêdayî. Mirovekî Kurd, xemxurê Kurd u Kurdewarîyê. Xarpêt... Bi qasî ku em pê dizanin, Şex Saîdê hezretî, çaxa dest bi serhildana xwe dike, berê berê bajarê Xerpetê deng didîyê, hemêza xwe jê ra vedike. Ji wê demê virda pirr tişt guherîn. Lê bi tevî dehan xurt xebatên bişaftinê, dîsa jî li vê bajarî mirovên Kurdewar, Kurdehez dijîn u ji vê bajarê hîna bihna Kurdewarîyê tê. Bi vê belgefîlmê derhênerek berpirsîyar tê pêşîya me, bixêrhatina me dike. Ji serî heta dawî ev belgefîlm, şahidîya birîna derhenerê me yê berpirsiyar dike. Xwîna kul a dilê wî, wêne u diyalog bi hev re diherikin, her derin u derin... Heta niha ev fîlma, wekî belgefilmê (documentary) tev li festîvalan bûye. Tevî çardeh deqe, çil u neh saniye ye. Derhêner, di vê fîlma xwe da çîrok u serpêhatîya koçber...