■ Muhammed Ata YÜKSEL "Da xelq-i nebêjitin ku Ekrad Bê ma'rîfet in, bê esl û binyad" (Ehmedê Xanî) Sed mixabin, dibêjin. Weke her carî, vê gotine tînin, di çaven me ra dikin. Sibeh êvar me bi vê gotinê şermezar dikin. Şermezarî li hêlkî, tew me ji binîva tune dihesibînin. Li cem wanan, em tenê bi beden u laşên xwe henin. Lê ku bi nav u nîşanên xwe tunenin. Di çavê wanan da em safî di şûna hejmarê da nin. Gava dikin planekî birêvebixin yan li ser me karekî bikin; tenê hejmar u bedena me tê da dihesibînin; fikr u xeyalên me, hest u daxwazên me di vê hîsabê wanan da cihe xwe nagirin . Em li ser vê ruyê zemîn, mînakî lal u ker u kor bin; bê fikr, bê hest u bê mêjî bin . Di çavên wanan da, wekî kevrekî, darekî yan, ji hizur dûr, heywanekî bin. Lê ew e ku em pê dizanin,...