Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Eylül, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Li Ser “Komxebata Rewşa Zimanê Kurdî Ya Piştî Rewşa Awarte” Çend Peyv

■ Muhammed Ata  YÜKSEL Em bibîr bînin, di meha qanûn ya 2016 de ji terefê wezareta Karê hundir ya Tirkîyê gorî zagona 11. ya Rewşa Awarte (OHAL) 94 komele hatin girtin. Di nav van komele/sazîyên ku hatin girtin yek ji wan “Enstituya Kurd” bû. “Komeleya Lêkolînên Kurdî” jî li Stanbolê 2017 de, wek dewama “Enstituya Kurd”; bi pêşengîya Zana Farqînî, Sami Tan, Sipan Haco u hwd. di qada zimanê Kurdî de kesên ku bi kar u xebatên xwe binav bûne hat avakirin u ev komel dest bi xebatên xwe kir. Bi destê “Komeleya Lêkolînên Kurdî” komxebateke di çarçoveya bernameya Yekîtîya Ewrupayê ya Ramana Sivil de bi piştgirîya Yekîtîya Ewropayê ser navê “Komxebata Rewşa Zimanê Kurdî Ya Piştî Rewşa Awarte” di navbeyna 31ê Tebax- 1ê İlon 2019ê hat amadekirin.  Piştî rewşa awarte ev komxebat di warê ziman u xebatên di vî warî de pêk têne komxebateke yekem bû. Baroya Amedê, Med-Der, Weqfa Mezopotamya, ÖHD, Eğitim-Sen, Hoda Tebiban; weşanxaneyên Wate, Wardoz u hwd. Komele u sazîyên ku di qa...